HPG: Li Geverê 9 leşker hatin kuştin û 4 jî birîdar bûn

HPG dibêje 9 leşkerên Tirk kuştiye
کوردستان TV
100%

 

 

Gerîlayên HPG’ê 4’ê Cotmehê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ewlekariya rêya Qereqola Şuwê ya bajarokê Bajêrgeh ê Geverê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî bi temamî hate rûxandin. Ji leşkerên di hundirê wesayitê de bûn, 9 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:  Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 4’ê Cotmehê saet di 06:40 de, li bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî leşkerên ku ewlekariya karê çêkirina rê ya ji bo qereqola Şuwê dikirin, çalakiyeke sabotajê kirin.

Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo bi temamî hate rûxandin. Ji leşkerên di hundirê wesayitê de bûn, 9 leşker mirin, 4 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi çekên giran gule li derdorê reşandin. Artêşa TCê  leşkerên xwe yên mirî û birîndar saet di 08:00 de bi gelek wesayitên zirxî ji herêmê derxist.

Roja 4’ê Cotmehê saet di navbera 22:00 – 22:30 de, balafirên şer ên artêşa TCê bombe li girê Zendûra yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.”

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.