OPCW: Em li Hamayê rastî şopa çekên kîmyewî hatin

OPCW: Em li Sûriyayê rastî şopa çekên kîmiyayî hatin
کوردستان TV
100%

 

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ragihand ku li bajarê Hamayê ya Sûriyeyê di meha adarê de çekên kimyewî hatine bikaranîn.

Dîrektorê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) Ahmet Uzumcu derbarê bûyera ku di 30ê Adarê li Hamayê rû dabû de daxuyanî da û diyar kir ku, "Di piraniya nimûneyên hatine lêkolandin de sarin an jî madeyên kimyewî ên weke sarinê hene."

Heta niha li Sûriyeyê derbarê bikaranîna çekên kimyewî de gelek raport hatine amadekirin û di vî warî de rêvebirên Sûriyeyê û DIŞIê hatibû sûcdar kirin.

Ji aliyê din ve Hikûmeta Sûriyeyê ev îddia red kirin û got ku wan di Çileyê 2016an de stokên çekên kimyewî bi tevahî îmha kirine. Ev yek ji aliyê OPCWê jî hate pişterastkirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.