Lêgerina aşiqekî wenda: Aşiq Zulfi Yoldaş

Aşiq Zulfi xwediyê evindarek winda ye
کوردستان TV
100%

 

Aşiq Zulfi Yoldaşê 68 salî bi xewnekê bu aşiq û heta niha 17 pirtukên helbestê û bi sedan stran nivîsî ye. Şagirtê Ayşe Şan e û cara yekem ew Îbrahim Tatlises derxistîye ser dikê. Aşiq Zulfi xwediyê evindarek winda ye û dibêje "Eşqa evîndaran ji jor ya hunermendan ji jêr tê. Bila ku eşqa me ji jor tê dema em li tembûrê dixin em li tembûrê nanêrin."

Aşiq Zulfi Yoldaş di temenê xwe yê 68 salî de 17 pirtukê helbestan û bi dehan stran nivîsî ne. Li navçeya Pîrana Amedê ji dayik bûye û niha li navçeya Sûra Amedê di kargeheke piçûk de dixebite. Ev 30 salî li erbaneyê û 45 salan li tembûrê dixe. Hundirê kargeha wî bi plak û bandên kevn yê hunermendên cûda balê dikşîne. Ji bilî wê Aşiq Zulfi erbaneya jî çêdike û debara xwe wiha dike. Aşiq Zulfî jiyana xwe bi hunerê derbas kiriye. Gelek hunermendên navdar nas dike û bi wan re xebitîye. Yek ji wan hunermend Ayşe Şan e. Aşik Zulfi dibêje "Gelek keda Ayşe Şan li ser min heye. Ez weke şagirtê wê me." Aşiq Zulfi dibêje ku cara yekem wî hunermend Îbrahim Tatlises derxistîye ser dikê. Aşiq Zulfî deriyê kargeha xwe ji bo ajansa Sputnik Kurdistan vekir û jiyana û hunera xwe vegot.

Aşiq Zulfi bi xewnekê dest bi tembûrê dike û xewna xwe wiha anî ziman: "Di xewna xwede min derwêşek dît. Li hindirekî ku 35-40 kes hebu runiştibum. Derweşek ket hindir û di deste wî de tembûrek hebu. Derweş tembûr da kê nikaribun lêxin. Piştre tembûr da mi û got ‘Kurê mi ha ji te re û li vê tembûrê xe'. Derwîş ez hînî tembûrê kirim. Piştre dayika mi ez şîyar kirim û got te di xewde stran gotîye. Ez çum Stenbolê mi tambûrek kirî û mi dest bi tembûrê kir."

Aşiq Zulfi dibêje ku şagirtê Eyşe Şan e û cara yekem wî, Îbrahim Tatlises derxistîye ser dike û wiha berdewam dike: "Eyşe Şan cîrana me bu. Ji ber birayê xwe revîya Stenbolê û li wir plak derxist. Strana ‘Lawikê Metini' û ‘Xeza' gelek hat ecibandin. Piştre Eyşe Şan derket turneyan û ez jî bi wê re derketim. Wê demê Îbrahim Tatlis hat ba min û pir israr dikir ku ez wî derxim ser dikê. Piştre min wî derxist û ew hat naskirin."

Di navbera hevpeyvinê de Aşiq Zulfi ji bo me sitranek bi navê "Leyla" got. Leyla xoşewîsta wî ye û ev stran li ser wê nivisî ye. Li ser pirsa me "Te çawa dest bi hûnere kir?" wiha axivî: "Eşqa evîndaran ji jor ya hunermendan ji jêr tê. Bila ku eşqa me ji jor tê dema em li tembûrê dixin em li tembûrê nanêrin. Mînak, Aşiq Veysel çavê wî ne didît lê pir xweş li tembûrê dixist. Dema ku çavê mirov girtî be xweştir li tembûrê dixe."

Aşiq Zulfi piştî Stenbolê vedigere Amedê lê dema vedigere xoşewîsta xwe nabîne. Li her devera digere lê bê fêdeye. Wiha berdewam dike Aşiq Zulfi: "Ez 22 salî bûm. Dema ez çûm mala ku lê rudinişt tev xera bibû. Mi ji kê pirsî nizanibun ku çuye ku. Ez pir lê gerîyam lê ne mi ew dît ne jî wê ez dîtim. Strana Leyla mi ji bo wê nivîsî."

17 pirtukên Aşik Zulfi yê helbestan û bi sedan stranên ku wî nivîsî ye hene. Ji bo hunermendê niha wiha dibêje Aşiq Zulfi: "Li cihekî ku hezkirin tune be ez nikarim li wir bimînim. Aniha hezkirin û hêst pir kêm buye. Hunermendên bere bi hezkirin û hêst bun. Ayşe Şan, Aşik Mahsuni Şerif, Malatyalı Fahri Kayahan, Meryem Xan û Celal Guzelses bandorek mezin li ser mi kir. Aniha bandên hemuyan li ba mi heye. Mi hinek sitranê xwe da Ayşe Şan, İbrahim Tatlises, Azer Bulbul û Ceylan."

Piştî hevpeyvinê Aşiq Zulfi Yoldaş ji bo Spûtnik Kurdistan sitrana xwe ya bi navê "Dayê" got.

Sputnik

 

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.