Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di derbarê operasyoneke li hemberî Efrînê ku di bin kontrola YPGê de ye diyar kir ku, Tirkiye dema hewce bibîne dê mudexaleyê Efrînê bike.
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin beşdarî televîzyona dewletê TRTê bû û li ser operasyoneke li hemberî Kantona Efrînê got: Eger Tirkiye ji bo ewlehiya xwe gefan bibîne, wê teqez mudexale bike.
Kalin destnîşan kir ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku sedî 93ê denge ‘Erê' derket, bi armanca parçekirina Iraqê pêk hat û wiha pê de çû: "Me hişyariyên hewce kirin. Eger ji paşve gav bê avêtin, em ê biaxivin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin