Li Geverê bombe teqiya û 4 leşker hatin kuştin

Li Geverê 4 leşker hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

 

Li bajarokê Bajêrgan (Esendere) a navçeya Gevera Colemêrgê, di dema derbasbûna otomobîla leşkerî de, bombeya ku li ser rê hatibû vedan teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 4 leşkeran canê xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Îro (04-10-2017) danê sibê, li ser riya bajarokê Bajêrgan (Esendere) a navçeya Gevera Colemêrgê, bombeyekî vedayî teqiya.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand, ku bombe ya PKKê ye û di dema derbasbûna otomobîla leşkeran de teqiyaye.

Li gorî daxuyaniyê di encama bûyerê de 4 leşkeran canê xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand, ku leşkerên birîndar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Herwiha li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Derbarê bûyerê de heta niha PKKê ti daxuyanî nedane.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.