Carles Puigdemont: Em ê di nava çend rojan de serxwebûnê ragihînin

vê Katelonya di nava çend rojan de serxwebûnê ragehîne
کوردستان TV
100%

 

 

Puigdemont Serokê Katalonyayê aşkere kir ku Rêveberiya Xweser a Katalonyayê wê roja şemî û yekşemê yan jî destpêka hefteyê serxwebûna xwe ragihîne.

Carles Puigdemont Serokê Rêveberiya Xweser ê Katalonyayê aşkere kir ku ew ê di nava çend rojan de serxwebûnê ragihînin.

Puigdemontî ji BBCyê re axivî û got ku wê hikûmeta xweser a Katalonyayê derbarê mijara serxwebûnê de “Roja şemî yekşemê yan jî destpêka hefteyê” gavan bavêje.

Puigdemontî her wiha diyar kir ku heke hikûmeta Îspanyayê ya referandûma serxwebûnê nas nekiribû bixwaze rêveberiyê bidest bixe, wê ev gav bibe xetayeke wisa ku her tiştî biguherîne.

Serokê Katalonyayê got ku ji bo çareseriya krîza heyî wan daxwaza navbeynkariya navnetewî kirine û bi Komisyona Ewropayê re li hev nekirine ku Komisyon mijarê weke pirsgirêk navxweyî ya Îspanyayê dinirxîne.

Şahê Îspanyayê Filîpê 6em duh bi şev axivî û kesên referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê birêxistin kirine şermezar kir û got ku ev kes yaseyan binpê dikin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.