Derheqê dosyeya kuştina Erdogan de biryar hat dayîn

Dadgeha Tirkiyeyê derbarê dosyeya kuştina Erdogan de biryara xwe da
کوردستان TV
100%

 

 

Dadgeh ji bo tawanbaran cezayê 4 caran girtina heta hetayî der kir.

31 efser û fermandeyên artêşa Tirkiyê yên ku xwastibûn serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bikujin, 4 caran bi girtina heta hetayî hatin mehkûmkirin.

Îro li bajraê Mûgla yê Tirkiyê 47 fermande û efserên artêşa Tirkiyê yên ku şeva 15 Tîrmeha par xwastibûn Erdogan bikujin, hatin dadgehîkirin.

Dadgehê di dawiya rûniştinê de fermana 4 caran girtina heta hetayî da 31 tohmetbaran, darizandina yên din jî didome.

Beşek ji fermande û efserên artêşa Tirkiyê şeva 15 Tîrmeha par xwastin li dijî hikûmeta wî welatî kûdetayê bikin. Wê şevê Erdogan li hotêlekê li bajarokê Marmarîsê yê parêzgeha Mûglayê bû. Kûdetageran komek serbaz û efser şandibûn da ku Erdogan yan sax bigirin yan jî bikujin lê operasyona wan bi ser neket û bi giştî kûdeta jî bin ket.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.