Putin: Dorpêç kirina Kurdistanê fêde nade ti kesekî

Putîn dibêje dorpêçên ser Kurdistanê bêfêdene
کوردستان TV
100%

 

Serokê Rûsya Vladimir Putin derbarê dorpêçên li ser Kurdistanê de hin daxuyaniyên giring dan û ragehand peyvendiyên dîrokî yên di navbera kurd û Rûsya de baş in û got em naxwazin ew pirsgirêkên ku hene gur bibin û ragehand çareseriya pirsgirêkê jî bi danûstandin û diyalogê dibe.

Pûtîn di axiftina xwe ya rûniştina "hefteyeke enerjiya Rûsyayê" de li ser ambargoya petrolê li dijî Kurdistanê axivî û got, " ew dê petrolê li seranserê cîhanê buha bike û ti kes vî tiştî naxwaze".

Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê û bangên sepandina dorpêç û ambargoyê li ser herêmê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hişyariyek da û got," petrol dê buha bibe."

​Putîn herwiha got: Moskow naxwaze ti kesî provake bike. Ji aliyê dîrokî ve, têkiliyên me bi gelê kurd re baş in. em hewl didin wan vexwînin daku diyalogê bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.