Artêşa Îraqê: Qonaxa dawî ya operasiyona Hewîceyê destpê kir

qonaxa dawî ya operasiyona Hewîceyê destpê kir
کوردستان TV
100%

 

 

Artêşa Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bo Hewîce ji destê terorîstên DIŞIê bistîne, îro Çarşemê dest bi qonaxa dawî ya operasyonê kiriye.

Hêzên Îraqî, du roj piştî sitandina Bingeha Esmanî ya Reşad, ku 30 kîlometre li başûrê Hewîce dimîne û ji aliyê çekdaran wek kampeke perwerdahîyê dihat karanîn, operasyona Hewîce domand.

Operasyona Hewîce di 21’ê Îlonê de destpê kiribû.

Li Îraqê xêncî Hewîce, herêmeke ku di ber sînorê Sûrîyê re dirêj dibe, di destê DIŞIê de maye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.