Serok Barzanî: Li Kurdistanê yek hefte behiya giştiye

Serok Barzanî bo Mam celal yek hefte behiya giştî ragihand
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê peyamek derbarê koça dawî ya Mam Celal de weşand.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Mam Celal Talebanî peyamek pêşkêşî Kurdistaniyan kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ji dest dana Serok Mam Celal wendahiyeke gelek mezine bo Kurdistanê, jiber ku rola vî di her warekî de diyar û berçav bû.

Serok Barzanî herwiha pirse û serxweşiyên xwe pêkêşî malbeta Talebanî kir û hevpariya xwe jî bo xem û kovanên wan diyar kir û got: Bo min jî ji dest dana Mam celal, ji dest dana bira û piştîwanekî birêz bû. Me bi hevre karî gelek astengî li berdem xebata azadiya gelê Kurdistanê ji nav bibin, me gelek qonaxên dijwar derbas kirin, cêyê serfiraziyêye ku gelek ji destkeftên me vedigerin bo serdema biratî û bihevre bûna me.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku li Kurdistanê jiber koça dawî ya Mam Celal yek hefte behiya giştiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.