Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman behsa rewşa Îraq û deverê kirin

Serokwezîr û Douglas Silliman behsa rewşa deverê kirin
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê civiyan.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Douglas Silliman û şandeke pê re kir.

Di civîn de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, Silliman kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û civîna xwe li gel Serokwezîr diyar kir û pişt re her du alî bi awayekî berfire behsa rewşa deverê, Îraq û Kurdistanê kirin, bi taybetî rewşa piştî prosesa referandumê.

Her di civîna han de Barzanî û Silliman li ser vê yekê ku lazime tevahiya aliyên navxweyî û yên cîhanî hewl bidin daku rewşa heyî were aramkirin û diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de were destpêkirin bo çareser kirina kêşeyên heyî, hemfikir bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.