Artêşa Îraqê destdirêjî li ser jinên Mûsil û derdorê dike

artêşa Îraqê û çekdarên şîi destdirêjî li ser jinan dikin
کوردستان TV
100%

 

Artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî destdirêjî li ser jinên Mûsil û derdorê dikin.

Saziya navnetewî ya koçber û penaberan raportek li dor rewşa şêniyên Mûsil û derdorê belav kir.

Li gor raporta saziya Refugees International artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî ku şîine, di çarçoveya operasiyonên xwe yên leşkerî yên li derdorê Mûsilê û çend navçeyên din de destdirêjî li ser jinan dikin.

Li gor raporta refugees international artêşa Îraqê û çekdarên şîi bi hinceta lêkolîn kirinê ew jinên ku tê gotin hevjîn anjî kesûkarên terorîstên DIŞIêne dibin cêyên nadiyar û jibilî ku eşkenceyên fizîkî li wan dikin hevdem di warê cinsî de jî destdirêjiya cinsî li ser wan dikin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.