Li Hewlêrê polîs dest danî ser dermanên derqanûnî

Polîsê Hewlêrê dest danî ser çend dermanên derqanûnî
کوردستان TV
100%

 

Polîsê Hewlêrê operasiyonek lidar xist û dest danî ser çend cure dermanên derqanûnî.

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê diyar kir ku dohê zaniyarî ji polîs Hewlêrê re hatine ku kesek çend cure dermanên qedexe kirî bi awayekî derqanûnî derbasî Hewlêrê kiriye.

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê diyar kir ku piştî hatina ew zaniyariyên han, hêzên polîs amadekariyên taybet kirin û pişt re operasiyonek lidar xistin û karîn ew kesê ku dermanên han derbasî Hewlêrê kiriye binçav bikin û dest deynin ser çend cure dermanên qedexe kirî yên ku bi şêwazekî derqanûnî derbasî Hewlêrê hatibûn kirin.

Polîsê Hewlêrê diyar kir ku kesê girtî navê xwe M.Ş.F û temenê vî jî 48 sale û welatiyê welatekî dine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.