Parlementerên Şiî li dijî parlementerên Kurdistanê biryareke din stendin
Îro parlementoya Îraqê bi amade bûna Serokê Parlementoyê û amadebûna parlementerên şiî civînek bi beşdariya 170 parlementer pêk anî.
Di civînê de ku piraniya amadebûyan parlementerên şiî bûn, biryar hate dayîn ku rê neyê dayîn daku parlementerên Kurd careke din vegerin nava parlementoya Îraqê.
Herwiha parlementerên şiî daxwaz ji dadgeha Îraqê jî kirine daku biryarek derbarê parlementerên Kurd ku dengê xwe bo serxwebûna Kurdistanê dane biryarek bistîne.
Di civîna parlementerên şîiyan de herewiha hatiye gotin ku piştî dengdanê bo serxwebûna Kurdistanê di nava parlementoya Îraqê de ti cêyek bo parlementerên Kurdistanê nemaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin