Berpirsekî pilebilind yê PKKê li hember gefên Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da Tirkiyê û ragihand, eger Tirkiye êrişî Kurdistanê bike PKK bêdeng namîne.
Endamê komîteya rêveberiya PKKê Murad Qereyilan, li ser referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê û gefên Tirkiyê li ser Kurdistanê ji radyoya PKKê ya bi navê “Dengê Kurditanê” re got, referandom mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û ti kes nikare pêşiwa wê bigire.
Murad Qereyilan her wiha got, kurd dikarin di nav xwe de behsa wê yekê bikin ku gelo wextê referandomê baş bû yan na, yan jî gelo referandom çare bû yan na. Ev tiştekî navxwe ya kurdan e. Lê gef li Başûrê Kurdistanê tê xwarin û tê gotin ku “we çima ev kar kir, nabe hûn vê yekê bikin”. Bi vî rengî li ser Başûrê Kurdistanê zimandirêjiyê dikin bi taybet Tirkiye.
Qereyilan da xuyakirin ku Tirkiye wisa reftar dike ku mirov dibêje Başûrê Kurdistanê girêdayî Tirkiyê ye ne Iraqê û got, jixwe eger helwesta Tirkiyê wisa tûj nebûya Îran û Iraq jî ew qas tund nedibûn. Serkêşiya her tiştî Tirkiyê kir.
Wî rayedarê PKKê hişyarî da Tirkiyê û got, bila gelê me yê Başûrê Kurdistanê bizane ku eger Tirkiye êrişî Başûr bike em bêdeng namînin. Emê gelê xwe biparêzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin