Di nava gorê de temê 11 kesan heye.
Di vê derbarê de Birêveberê nahiyeya Sînonê Nayif Seydo diyar kir ku dohê hêzên ewlekarî yên li Şingalê goreke bikomî li başûrê Şingalê dîtine.
Nayif Seydo herwiha diyar kir ku di nava gora han de termê 11 welatiyên Êzidî heye ku tevahiya wan endamên malbetekî ne û ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine şehîdkirin.
Seydo anî ziman ku tevahiya wan kesên ku di vê gorê de termên wan hatine dîtin zilamin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin