Di encama teqîneke mezin li paytexta Sûriyayê de herî kêm 15 kes hatin kuştin.
Li gor jêderên nûçeyan piştî nîvroya îro li Şama paytexta Sûriyayê teqînek mezin pêk hatiye û di encama teqîna han de 5 polîs û 10 welatiyên medenî bi giştî 15 kes hatine kuştin.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku piştî teqînê jî di navbera hêzên ewlekarî û hijmareke çekdaran de pevçûnên çekdarî qewmîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin