Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê di bin ti zextekî de dev ji xwestek û biryara xwe ber nade

Mesrûr Barzanî gotina dawî got
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel şandeke dîplomatîkî ya Norwêjî civiya.

Îro Şêwimendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke dîplomatîkî ya Norwêjî bi Serokatiya Cîgirê balyoz Carcin Carlsen kir.

Di civînê de behsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên deverê û herwiha encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê  û bertek û dengvedanên taybet bi prosesa referandumê hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê behsa sedemên lidar xistina referanduma serxwebûnê kir û got: Biryara gelê Kurdistanê biryareke lazim û pêdivî bû û lazime civata cîhanê rêz ji vê biryara han yaku gelê Kurdistanê bi awayekî demokratîk stendiye bigire.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa dengvedan û bertekan jî kir û anî ziman ku em tekez li ser giftûgo û diyalogên avaker dikin bi taybetî danûstandinek ku ji aliyê civaka cîhanî ve piştgîrî jê re hatibe kirin.

Mesrûr Barzanî got: Gelê Kurdistan di bin ti zext û ceza kirineke bi giştî dev ji xwestek û biryara xwe bernade ji ber vê çendê baştirîn rê ewe ku bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî yên hevbeş dest bi diyalogê were kirin.

Ji aliyê xwe ve jî şanda dîplomatkar ya Norwêjî tekez li ser têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Norwêjê de kir û tekez li ser vê yekê kir ku ew dixwazin kêşe û alozî werin aramkirin jiber ku dever nikare kêşe û aloziyên din tehemul bike lewre lazime di şûna gef û tehdîdan her kes berê xwe bide giftûgo û rêbazên aştiyane.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.