Zêdetir ji hezar şêniyên Hewîceyê xwe spartin hêzên pêşmerge.
Di çarçoveya destpê kirina operasiyona azad kirina Hewîceyê de, şeva derbasbûyî zêdetir ji hezar şêniyên vê bajarê ji warên xwe reviyan.
Jêderekî leşkerî ji hêzên pêşmerge li nêzî Hewîceyê diyar kir ku şeva derbasbûyî zêdetir ji hezar şêniyên bajarê Hewîceyê ji warên xwe reviyane û xwe spartine destê hêzên pêşmerge.
Ew jêderê han diyar kir ku pêşmerge pêşwazî ji wan aware û koçberan kiriye û piştî nivîsandina navên wan, ew şandine cêyên taybet bi koçberan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin