Vê navê civata bilind ya referandumê were guhertin.
Civîna Encûmena Bilind a Referandumê bi serpereştiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî destpê kir.
Îro Yekşemê 1.10.2017 Encûmena Bilind a Referandumê dicive û biryar e di civîna îro de, Encûmena Bilind a Referandumê, encamên referandumê û pêngavên dahatî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj bike, herweha wê helwesta Iraq û civaka navdewletî jî gotûbêj bike.
Ji bilî wê yekê jî, biryar e navê encûmenê bê guhertin û navekî nû jêre hilbijêrin bi awayekî ku li gel qonaxa piştî referandumê guncayî be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin