Konsulusxane ya Amerîkayê vekirî dimîne

Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê vekiriye
کوردستان TV
100%

 

 Amerîkayê ragihand, ku konsulxaneya wî welatî ya li paytexta başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê dê vekirî bimîne û dê li ser kar û xebatên xwe berdewam be.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di daxuyaniyekê de ragihand: “Konsulxaneya me ya li Hewlêrê dê bi vekirî bimîne.”

Heather Nauert herwiha got: “Amerîka amade ye navbeynkariyê bo diristkirina gotûbêjê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike, eger ku daxwaz jê were kirin.”

Piştî birêveçûna referanduma serxwebûnê, pêwendiyên navbera başûrê Kurdistanê û Iraqê aloztir bûne û hikûmeta Iraqê ji bilî daxuyaniyên tund, çendîn biryar jî li dijî başûrê Kurdistanê derxistine.

Roja 25ê Îlona 2017ê (4 roj berî niha) Hikûmeta Kurdistanê referanduma serxwebûnê li tevahiya sînorê Başûrê Kurdistanê (tevî Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê de) encam da û li gorî encamên fermî yên destpêkê ku duh hat aşkerekirin, %92.73ê dengderan bi dengê Belê piştgirî dane serxwebûna Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.