Endamê kongreya Amerîka Steve King dibêje lazime Kurd derfeta ku bidest xistine ji dest nedin
Endamekî din yê Kongressa Amerîkî piştevaniyê xwe ji bo referandum û serxwebûna Kurdistanê derbirî û ragihand ku hêvîdar im Kurd wê derfeta dîrokî ya mafê çarenivîsî jidest nede.
Kongressmanê Amerîkî yê ser bi Partiya Komariyan Steve King ku niha rêveberiya Qesra Spî bi destê wan e ragihand, pirs ji Kurdên Iraqê hate kirin, ma dixwazin pêwendiyên xwe bibirin û bibin dewleteke serbixwe, yan na. Hêvîdar im Kurd vê carê wê derfeta dîrokî ya mafê çarenivîsî ji dest nede.
Herwiha Steve King nivîsiye: Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DIŞIê li Iraq û Sûriyê gelekî bihêz bû.
Nav hatî diyar kir ku Kurd cihê şanaziyê ne û gelekî serbixwe ne û ji dema çendîn sal in hatine çewisandin û maf bidest nexistine, ku hêjayî dewleteke serbixwe ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin