Di encama şerên giran ku heta niha li taxa Nehda ya Reqayê dewam dike de, gelek çek û cebilxanyên çeteyan kete destê şervanên QSD`ê.
Şervanên QSD’ê li navenda bajarê Reqayê de dor li çeteyan girtine û derbên giran li çeteyan dixin.
Şer li taxa Nehda ya aliyê rojava yê bajarê Reqayê bi dijwarî berdewam dike. Di encama van şeran de hejmarek zêde ji çek û cebilxaneyên çeteyan kete destê QSD`ê.
Ji aliyê din ve, şer li der dora nexweşxaneya Wetanî ya navenda bajarê Reqayê jî bê navber didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin