DIŞIê zêdetir ji 50 leşkerên Sûrî kuşt

li Dêra Zorê 58 leşkerên Sûrî hatin kuştin
کوردستان TV
100%

 

Li derdorê Dêre Zorê 58 leşkerên rejîma Sûriyayê hatine kuştin

 Di encama êrîşên DIŞIê li ser bargehên rêjîma Sûriyê 58 leşkerên rêjîma li gundewarê bajarê Dêrezor û Humsê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyeyê  ya Mafên Mirovan ragihand, DIŞIê di zîncîreyeke êrîşa ya  ji Dêrezorê heta bajarê Humsê li dijî rêbend û baregehên rêjîma Sûriyê û milîsên ku ligel wê kirin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî, di encamên wan êrîşên DIŞIê yên ji devera Şola li rojavayê Dêrezor û heta bajarokê Suxnede de 58 leşkerên Sûrî hatin kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.