Hikûmeta Kurdistanê bersifa biryaraên parlemen û hikûmeta Îraqê da

hikûmeta Kurdistanê bersifeke dijwar da biryarên Bexdayê
کوردستان TV
100%

 

Hikûmeta Kurdistanê dibêje ew biryarên han ne qanûnî û ne exlaqîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr,  roja pêncşemê 29.09.2017ê li bajarê Hewlêrê civiya.

Hikûmetê, serkeftina pirosesa referndûma serxwebûna Kuridtasnê li gelê Kurdistanê pîroz kir ku di  piroseseke demokrasî û medenî de gelê Kurdistanê xwesteka xwe nîşanî cîhanê de û ew referendum digel destûra Îraqê û yasayên navdewletî û belgenameya cîhaniya mafê mirovan digunce.

Hikûmeta Kurdistanê berheviya xwe ji bo çareserkirina tev pirsgirêkan bi Bexdayê re bi diyalogê li qonaxa paşerojê nîşan da.

Civînê dewletên cîran dilrehet kirin ku referenduma Herêma Kurdistanê bi tu awayî li ser ewlekariya neteweyî ya tu welatan nabe gef, di nava van 25 salên borî de hikûmeta Herêma Kurdistanê îspat kiriye ku gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim aramî û îstîqrara deverê parastiye û dê hertim wisa jî bimîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de hemû  ew biryarên hikûmet û parlamentoya Îraqê li dijî Kurdistanê dane red dike û ew biryar bi sizadana bi komel  a gelê Kurdistanê binav kirin, ew biryar nedestûrî û ne qanûnî ne, ew biryar rengvebdana wê hizir û bîrkirnê ya ku li Bexdayê heye ye ku di bingeha xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêk digel wê hizikirin  û eqlîyeta li Bexdayê heye.  Îraqê bi tu awayî hevbeşî qebûl nekiriye û amade nebû li gor destûrê mafên gale Kurdistanê bide. Tevî  vê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina diyalogê amade ye.

Li dor biryara hikûmeta Îraqê ya daxistina balefirxanyên Herêma Kurdistanê (Hewlêr û Silêmaniyê) û qedexekirina geştên aşîmanî ji û bo Herêma Kurdistanê, civînê diyar kir ku ew biryar bi timamî nedestûrî û neyasayî ye û li dijî rênîşanderên anvdewletî  û bi taybetî li dijî peymana Chicago ya navdewletî ya firokewaniyê ye ku bi tu awayî nabe balefirxaneyên medenî têkelî pirsgirêkên siyasî b.ên kirin.

Civînê wezîrê guhastin û gehanidnê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard ku, li ser vê pirsê digel aliyên peywendîdarên Bexdayê danûstandinan bike û li ser asta navdewletî jî nedestûrî û neqanûniya vê biryara hikûmeta Îraqê bê zelal kirin.

Civînê  tekîd li ser wê yekê kir ku tevî rewşa nebaş ya aborî û êkonomî ya hikûmeta Kurdistanê, lê hikûmeta Kurdistanê li ser alîkarî û hevkariya koçber û penaberan berdewam dibe û biryarên nedestûrî û neqanûnî yên hikûmet û parlamentoya Îraqê bandoreke negetîv li ser helwesta xelk û hikûmeta Kurdistanê li hember koçber û penaberan nake.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.