Şandeke ENKSê serdana Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî: Piştgîriya we dilê me gerimtir kir
کوردستان TV
100%

 

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke civata nîştimaniya Kurd li Sûriyayê ( ENKS) kir.

Di civînê de şanda mêwan bi navê xwe û gelê Kurd li Sûriyayê jiber serkeftina prosesa referanduma serxwebûnê ku bûye cêyê kêfxweşiya Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û ew roja han bi rojeke dîrokî bilêv kir.

Li hember de jî Serok Barzanî spasiya piştgîriyên gelê Kurd li Sûriyayê û civata nîştimaniya Kurd ya li Sûriyayê kir û got: Piştgîriya bo xelkê Kurdistanê cêyê dilgerimiyê ye bo me.

Derbarê helwestên Bexdayê yên li hember degnê reva yê gelê Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kir ku ew helwestên han yên li hember biryar û dengê reva yê gelê Kurdistanê rastiya wan eşkere kir ku li dijî mafên xelkê Kurdistanê ne û hertim li hember gelê Kurdistanê zimanê gef lêkirinê bikar tînin, ew yek eşkere dike ku em çiqasî li ser heqê bûne û biryara referandumê jî biryareke rast û reva bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.