Gef û helwestên Bexdayê vê ragihandina serxwebûnê bipêş bixin.
Serokê desteya deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê Nesredîn Sindî diyar kir ku gef û helwestên şaş yên Bexdayê ên li hember Kurdistanê vê bibin sedema poşman bûna Bexdayê.
Nesredîn Sindî herwiha diyar kir ku ev gef û helwestên Bexdayê yên li hember Kurdistanê dibin sedem daku Kurdistan bilez serxwebûna xwe jî ragihîne.
Sindî herwiha derbarê deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê jî got: Serokatiya Kurdistanê biryar daye daku ew deverên ku bi xwîna pêşmerge hatine azadkirin bi ti awayî neyên berdan û ew deverên han beşeke serekî ne ji Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin