Senator Schumer: Divê Kurd bibin xwediyê dewleteke serbixwe

Serokê koma demokratan piştgîrî da serxwebûna Kurdistanê
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê Koma Demokratan ya Senatoya Amerîkî, Chuck Shumer bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hikûmeta Amerîka û dewletên cîhanê kir ku rêz ji referanduma Herêma Kurdistanê bigirin.

Shumer diyar kir ku divê Kurd di zûtirîn demê de, li axa xwe bibin xwedîyê dewleteke serbixwe û Amerîka jî di vê prosesa sîyasî ya serxwebûnê de alîkarîyê bike.

Schumer got: Di 20 salên dawî de Kurd, di têkoşîna dijî terorê de ji hevkarên me yên herî bi hêz bûn û me gelek caran pişta xwe bi pêşmergê girêda. Wan mafên pêkhateyan jî parast ku ew maf li wê herêmê pir tê binpê kirin û encama wê jî pevçûn e. Divê Amerîka bo çarenûsa hevkarên me yên bi hez piştgirîyê bide.

Senatorê Demokrat bi berdewamî dîyar kir ku ew hêvî dike du di rojên pêş de, diyaloga di navbera Hewlêr û Bexda de destpê bike û bi rêkên aştîyane xwestekên Kurdan pêk werin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.