Erebên sune dibêjin ewê piştgîrî bidin biryar û îradeya gelê Kurdistanê.
Îro li bajarê Hewlêrê erebên sune yên Îraqê civînek bi navê civîna suneyên Îraqê lidar xistin û piştî civînê jî Peyvdarê eşîrên ereb yên sune yên Îraqê Dr. Nacih Mîzan Ebas ragihand ku ew weke erebên sune yên Îraqê bi her awayî piştgîriya biryar û îradeya gelê Kurdistanê dikin.
Mîzan Ebas herwiha diyar kir ku em neçarin piştgîriya birayên xwe yên Kurd bikin jiber ku Kurd erebên sune yên Îraqê ji mirina du alî rizgar kirine.
Ebas herwiha diyar kir ku di dema êrîşên DIŞIê de hikûmeta Îraqê dev ji me berda û xwest DIŞI me tune bike lê Kurd gehêşte hawara me û me ji destê DIŞIê rizgar kir û pişt re jî şîiyên Bexdayê xwestin me tune bikin lêbelê birayên me yên Kurd dubare me xelas kir û nehêştin ku ti kesek dest dirêjî ser şeref û namûsa me bikin.
Di dawiya vê presskonferansa han de jî eşîrên ereb yên sune daxuyaniyeke din ya hevbeş pêşkêş kirin û diyar kirin ku ev bi hemû awayî li dijî biryarên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin