Fermandera HSDê dema kontrolkirina Reqayê ragihand

dema azad kirina reqayê hat diyar kirin
کوردستان TV
100%

 

Şer û pêşketinên Hêzên Sûriya Demokratîk li nava bajarê Reqa ku weke paytexta DIŞIê tê naskirin, berdewam in. Berdevka operasyonên Reqayê Cîhan Şêx Ehmed radigihîne ku wan heta niha ji sedî 80 ya Reqayê kontrol kirine û ewê di kêmtirî mehekê tevahiya bajêr kontrol bikin.

Fermandarên şervanan dibêjin, wan li gelek taxan terorîstên DIŞIê dorpêç kirine û şerê giran li taxên Emîn, Henna, filkeya Neîm, navenda bajar û derdora goristana Hitîn û Stadyoma Eswed û herwiha li rojavayê Reqayê jî şerê giran berdewam in.

Berdevka operasyona Reqayê Cîhan Şêx Ehmed got: "Di hefteya derbasbûyî de me li gor pilanên nû serkeftinên mezin bidest xistin. Li navenda bajar me êrîşî ser dijmin kir, bê guman şer dijwar bû, me karîbû ji aliyê bakurê rojhilat, li aliyê firqeya 17an em pêşde çûn, û em derbasî navenda bajar bûn, me 3 tax kontrol kirin, ew jî taxên; Tişrîn, Rimêla û Rewda."

Herwiha li taxa Nehze li rojavayê Reqayê jî şerê giran di navbera terorîstên DIŞIê û HSDê diqewimin û HSD ber bi lîstikgeha Eswed ve diçin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.