Li Urmiyê koptereke Îranî kete erdê û çend çekdarên Îranî jî mirin.
Li gor jêderên herêmî îro li parêzgeha Urmiye ya li Rojhilatên Kurdistanê koptereke artêşa Îranê ketiye erdê.
Jêderên herêmî diyar kirin ku di encama ketina koptera han de çend çekdarên ser bi sipaha pasdaran ya Îranê mirine û çendên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve jî jêderên fermî yên Îranê dibêjin ku leşkerek miriye û du leşkerên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin