Amerîka: Daxuyaniyên Erdoganî tehdîd in

amerîka dibêje gotinên erdogan gefên bê watene
کوردستان TV
100%

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê, daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû dibe ambargoyeke aborî deynin ser Herêma Kurdistanê wek "tehdîd" bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî gotibû, "çawa Tirkiye vanaya petrolê bigirin û nehêlin tir derbasî Herêma Kurdistanê bibin xelkê herêmê dê birçî û bê cil û berg bimînin."

Li ser van gotinên Erdoganî pirsek ji Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert hat kirin û wê jî wiha got: "Diyar e ku ev daxuyaniyên Serok Erdoganî dane, tehdîd in. Lê ez ê nebêjim bê diviyabû çi bigota."

Derbarê destwerdana leşkerî ya Iraq, Tirkiye û Îranê de jî, Nauertê wiha got: "Çi alî çi alî de be, em li dijî tundûtûjiyê ne. Ev zelal e ku em ê bi her awayî li dijî tundûtûjiyê ne."

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.