Komîsyona encamên referandumê eşkere kir

Piraniya xelkê Kurdistanê got serxwebûn
کوردستان TV
100%

 

Rêjeya dengê erê ji sedî 92.73 ye.

Îro komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê di presskonferansek de encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê yaku di roja 25ê Îlonê de hatibû lidarxistin eşkere kir.

Li gor daxuyaniya komîsyona bilind ya hilbijartinan, hijmara dengderan bi giştî 4 miliyon û 581 hezar û 255 kes bûye û  rêjeya beşdariya giştî di referandumê de ji sedî 72.15 bûye ku dike 3 miliyon û 305 hezar û 925 kes.

Komîsyona eşkere kir ku rêjeya dengê erê ji sedî 92.73 ye ku dike 2 miliyon û 861 hezar û 471 kes.

Rêjeya dengê na jî ji sedî 7.27e ku dike 224 hezar û 468 kes.

Herwiha 170 hezar û 611 deng jî jiber şaştiya dengderan nehatine hijmartin û 40 hezar û 11 dengên din jî jiber kemasiya dengderan nehatine hijmartin û 9 hezar û 368 dengên din jî spî bûne yanê ne gotine erê ne jî gotine na.

Li gor daxuyaniya komîsyonê bi giştî 3 miliyon û 85 hezar û 935 dengder dengê erê dane ku dike ji sedî 92.73

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.