Kurdistan dê balafirgehên xwe teslîmî Bexdayê neke

Hewlêr bi tundî bersifa Bexdayê da
کوردستان TV
100%

 

 

Birêvebiriya Bexdayê ji Hikûmeta Kurdistanê  xwest ku ew balafirgehan teslîmî Bexdayê bike, hikûmeta herêmê jî daxwaza Bexdayê red kir.

Hikûmeta Bexdayê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê balafirgehan teslîmî wê bike sê roj wext dabû.

Saziya Sivîl ya Asîmangeriyê ya Iraqê ragihandiye ku roja înê firiyana ber bi Hewlêrê ve dê bêne betalkirin.

Wezîrê Veguhestinê yê Herêma Kurdistanê, Mehmûdê Bave Murad  da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê daxwaza Bexdayê red dike.

Bave Muradî got: Bi vê biryarê tesîreka neyînî dê li xebatkarên Neteweyên Yekbûyî yên li herêmê, li nexweş û xelkê li dîyasporayê bibe.

Bave  Murad da zanîn ku balafirgehên navneteweyî yên li Silêmanî û Hewlêrê dê karê xwe bidomînin. wî li gotinên xwe zêde kir û got, tê xwestin ji ber Referandûma Serbixwebûnê xelk bê cezadan lê çênabe balafirgeh wek beşek ji kêşeyên siyasî bêne bikarhînan.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.