Parlementoya Îraqê li ser eqiliyeta faşîstî berdewame

Parlementoya Îraqê hîn jî li ser rêçikên faşîstiye
کوردستان TV
100%

 

Parlementoya Îraqê çend biryar li dijî Kurdistanê pejrand.

Îro parlementoya Îraqê bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê civînek ku têde piraniya beşdaran endamên firaksiyona şîiyan bûn civiya.

Di civîna han de Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî gotarek pêşkêş kir û gef li Kurdistanê kir û anî ziman ku vê ji roja înê pêve rêyên asmanî yên Kurdistanê werin daxistin.

Her di civîna îro ya parlementoyê de li ser daxwaza piraniya şîiyan 12 biryar li dijî Kurdistanê hatin pejrandin ku yek ji wan jî şandina hêzên leşkerî yên Îraqê ye bo Kerkûk û derdorê.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.