Wezîrê îsraîlî: Divê em piştevaniya Kurdistanê bikin

wezîrekî Îsraîlî daxwaz dike Îsraîl piştgîriya Kurdistanê bike
کوردستان TV
100%

 

 

Wezîrê Ragihandina Îsraîlê Ayoob Kara, daxwaz ji welatê xwe kir ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike. Herwiha Kara, amaje bi rêkeftina Sykes–Picotê jî kir û aşkere kir ku  bi wê rêkeftinê mafê 40 milyon kurdistanî nehatiyê parastin.

Herêma Kurdistanê duhê referanduma serxwebûna encam da. Heta niha gelek welatan piştevaniya xwe bo Kurdistanê anî ziman yek jî wan jî Îsraîl e. Wezîrê Ragihandinê yê Îsraîlê Ayoob Kara bang li welatê xwe kir ku piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê bike.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku bo bersivdana tehdîdên Îran, Hemas, Sûrya û Tirkiyê divê hikûmeta Îsraîlî piştevaniya Kurdistaneke serbixwe bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî beriya bi demekê li Kongreya Amerîkayê behsa serxwebûna Kurdistanê kir û got, divê ew alîkariya serxwebûna Kurdistanê bikin, lewre komelgeheke sekuler û demokratîk e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.