Bernard Kouchner: Ez dixwazim bibin welatiyekî dewleta Kurdistanê

wezîrê berê yê Franseyê dixwaze bibe welatiyê dewleta Kurdistanê
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê berê yê Derve yê Fransa Bernard Kouchner piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê anî ziman û ragihand, ew dixwaze bibe welatiyê dewleta Kurdistanê.

Bernard Kouchner, ku ji ber referandoma serxwebûna Kurdistanê hatiye Kurdistanê, îro di civîneke rojnamevaniyê de behsa referandomê kir û got, duh rojeke girîng bû bo gelê Kurdistanê û bo yên ku kurdan nas dikin jî sûrprîz nebû.

Kouchner rexne li helwesta Amerîka, Fransa û Brîtanya li ser serxwebûna Kurdistanê jî girt û got, ez ji dijberiya welatên derdor li hember serxwebûna Kurdistanê têdigihêm lê ez wate nadim helwesta Amerîka, Fransa û Brîtanya, çimkî wan welatan beriya sed salan rêkeftinek îmze kirin û Kurdistan parçe kirin.

Wî dostê nêzîkî yê kurdan pîrozbahî li Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan ya Kurdistanê jî kir ku kariye referandomê bi serkeftî pêk bîne.

Bernard Kouchner behsa peyama Sevr jî kir û got, me di wê peymanê de soz dabû kurdan ku dwletekî bidin wan lê sed sal bi ser wê peymanê re derbas bûn jî ew soz bicîh nehat.

Wî siyasetmedarê navdarê Fransî behsa şerê Pêşmerge li hember DAIŞê jî kir û got, welatên rojava pesnê mêrxasiya Pêşmerge didin lê dema Kurdistan li ser referandomê rijd bû di nav hefteyekê de helwesta wan hat guhertin, ev jî nîşan dide ku derew li xwe kirin.

Bernard Kouchner anî ziman ku piştî referandomê dê diyalog û danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike û got, ew welatên ku bi tundî li dijî referandomê derketibûn dê aqilane reftar bikin û ji îradeya gelê Kurdistanê têbigihên.

Kouchner di dawiyê de jî got ku ew dixwaze bibe welatiyekî dewleta Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.