Nêçîrvan Barzanî: Tişta ku me kiriye bo ti aliyekî ne gefe

Nêçîrvan Barzanî îro rojeke dîrokiye bo gelê Kurdistanê
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Kurdistanê piştî dengdanê bersifa pirsên Rojnamewanan da.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dengdanê bo serxwebûna Kurdistanê, bersifa hin pirsên Rojnamewanan da.

Nêçîrvan Barzanî got: Ew tişta ku îro li Kurdistanê diqewme, tişteke pîroze û rojeke dîrokiye bo gelê Kurdistanê, referandum bo vê yekê niye ku sibê serxwebûn were ragehandin:

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku vê Kurdistan bibe faktera aramiyê li deverê de.

Barzanî diyar kir ku referanduma îro tenê bo Başûrê Kurdistanê ye û ne metirsî anjî gefe bo ser Tirkiye anjî welateke din.

Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember gotinên dohê yên Heyder Ebadî jî diyar kir ku got: Mixabin bo wan gotinan û ew gotinên han biryarên civata şoreşa berê ya Îraqê bi bîra me tînin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.