Mesrûr Barzanî jî bo serxwebûnê deng da

Mesrûr Barzanî jî çû ser sendoqê û deng da
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê dengê xwe da.

Îro danê sibê li Selahedînê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdariya prosesa dengdanê bo serxwebûna Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî li gel hijmarek ji welatiyan li navendeke dengdanê li Selahedînê dengê xwe bo serxwebûna Kurdistanê da.

Hêjayê gotinêye ku Mesrûr Barzanî şeva derbasbûyî peyamek pêşkêşî welatiyên Kurdistanê kiribû û daxwaz ji wan kiribû daku beşdariya prosesa dengdanê bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.