Roja azadiyê asoyên xwe li ser welat weşand

dengdan bo serxwebûna Kurdistanê destpê kir
کوردستان TV
100%

 

Îro 25ê Îlonê roja dîrokî û biheybete bo gelê Kurdistanê.

Îro 25ê Îlonê roja hilhatina roja azadiyê û jiyaneke nû bo gelê Kurdistanêye û gelê Kurdistanê piştî sedan sal bindestî û zilim û zordariya dagîrkeran, vê biryar li ser çarenivîsa xwe bide.

Îro danê sibê prosesa dengdanê bo serbixweyiya Kurdistanê li seraser welat destpê kir.

Prosesa dengdanê seat 8 sibê destpê kir vê heta 6 êwarê bidome û komîsyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê jî dibêje zêdetir ji 5 miliyon welatiyên Kurdistanî xwedan mafê dengdanê ne.

Ji aliyeke din ve jî komîsyona bilind ya hilbijartinan diyar kir ku di prosesa referandum û dengdanê de bi giştî 136 tîmên çavdêrî yên navnetewî beşdarin û zêdetir ji 142 rojnamewan û dezgehên çapemeniyê yên cîhanî rûmala vê prosesa han dikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.