Serokê Kurdistanê li gel mîdiyakarên cîhanî civiya.
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel zêdetir ji 100 Rojnamewan û 30 kenalên telefizyonî yên cîhanî û hijmareke zêde ji kanal û Rojnamenwanên herêmî civiya.
Serok Barzanî di vê civîna han de gotareke berfire pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kir û balkêşande ser wan fakteran ku bûne sedem daku gelê Kurdistanê biryara referandumê bide û referanduma serxwebûnê bi 25ê Îlonê de lidar bixe.
Serok Barzanî di gotara xwe de behsa dîroka têkiliyên navbera gelê Kurdistanê û hikûmetên yek li pey yek yên Îraqê kir û anî ziman ku zêdetir ji 100 sale hikûmetên Îraqê zilimê li gelê Kurdistanê dikin û gundên Kurdistanê şewtandin, gelê Kurdistanê kîmiyabaran û enfal kirin û di nava girtîgehan de îdam kirin.
Serok Barzanî herwiha anî ziman ku gelê Kurdistanê li Îraqê de li gel hikûmetên Îraqê du qonaxên curbicur derbas kiriye, qonaxa yekem ji destpêka damezrandina Îraqê heta 2003an û qonaxa dudiyan jî piştî 2003an heta dema şerê DIŞIê ye.
Serok Barzanî eşkere kir ku ew tiştên ku di qonaxa yekem de bi serê gelê Kurdistanê de hatiye diyar û berçave, di vê qonaxê de ji bilî, kîmiyabaran, enfal kirin, şewtandina gund û bajarên Kurdistanê, veguhastina gelê Kurdistanê bi darê zorê, zindanî kirin û qirkirinê tişteke din nayê dîtin.
Serok Barzanî got: Qonaxa dudiyan jî ku ji 2003an destpê dike tişteke cuda ji qonaxa yekem bo gelê Kurdistanê bi xwe re neaniye, me sala 2003an beşdariya hilweşandina rejîma dîktator kir û bi dilê xwe em vegeriya Bexdayê daku Îraqeke nû û demokratîk û fedral li ser esasê, hevbeşî, şeraket û yeksanî di çarçoveya destûreke nû de ava bikin lêbelê tevahiya hewldanên me bêyî encam man.
Serok Barzanî anî ziman ku eger ne ji gelê Kurdistanê baya vê demê destûra niha ya Îraqê nedehat pejrandin jiber ku vê demê jî gelek kes hebûn ku dijatiya destûrê dikirin.
Serok Barzanî eşkere kir ku hikûmeta nû yaku hat avakirin xwedan heman eqiliyeta hikûmetên berê bû, destûr binpê kir, şeraket û hevparî û herwiha pirensîbên demokrasî, fedralî û yeksanî binpê kir.
Di nava destûra nû ya Îraqê de jî çend made û xalên girîng hatibûn bicîhkirin weke madeya 140 yaku taybete bi deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û herwiha zagonên taybet bi hêzên pêşmerge û petrol û gazê jî hene lê tevahiya ew made û xalên han ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hatin binpêkirin û nehatin cîhbicîhkirin.
Biryar bû hêzên pêşmerge beşek be ji mekanîzma ewlekariya Îraqê, lê heta niha yek dînar bo hêzên pêşmerge nehatiye şandin û hevdem hevsengiya nava artêşa Îraqê jî hat têkdan û rêjeya Kurd di nava artêşa Îraqê de hate kêmkirin bi awayek ku niha ti Kurdek di nava artêşa Îraqê de tuneye.
Serok Barzanî behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê jî kir û got: Dema DIŞI êrîş kir artêşa Îraqê reviya û beşeke mezin ji erdnigariya Îraqê dagîr kir hêzên pêşmerge ku ji aliyê Bexdayê ve rastî gemaroyê hatibûn karîn bi wan çek û îmkaniyatên xwe yên kêm efsaneya DIŞIê bişkînin û ev deverên ku DIŞI ji artêşa Îraqê stendibû azad bike lê Îraq li hember wan tiştan de tenê gemaro bi ser hêzên pêşmerge de sepand û biryar bû ew çek û cebelxaneyên ku ji aliyê hevpeymanan ve bo Îraqê tên şandin para pêşmerge jî di nava wan de be lêbelê Bexda tiştek neda hêzên pêşmerge û hevdem hikûmeta Îraqê jî bûdce û para gelê Kurdistanê jî qut kir ku ew jî enfaleke dine.
Serok Barzanî diyar kir ku biryara referandumê ne biryareke nû ye û sala derbasbûyî ew babet li gel Bexdayê hatiye nîqaşkirin lêbelê bawer nedekirin ku Kurd di vê warî de cidî bin û li gel Amerîkayê jî ew babeta han sala 2015an hatiye nîqaşkirin.
Serok Barzanî herwiha anî ziman ku referandum di dema diyar kirî de yanê di roja 25ê Îlonê tê lidarxistin û li tevahiya Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê Kurdistanî vê beşdarî prosesa dengdanê bikin.
Derbarê wan penaberan de yên ku li Kurdistanê dene Serok Barzanî diyar kir ku ew bira û mêwanên mene em weke çawên xwe wan diparizên heta ku ewlekariya deverên wan were dabînkirin û vegerin ser warên xwe.
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku piştî dengdanê li gor encamên dengdanê emê proseseke nû ya diyalogê li gel Bexdayê destpê dikin daku emê li hev fêm bikin ka gelo em çawe dikarin bibin du cîranên baş bo hevûdu?
Derbarê Hewlesta Amerîka û NY de jî Serok Barzanî got: Derbarê Helwesta Amerîkayê de lazime ji rayedarên Amerîkayê were pirsîn.
Derbarê helwesta welatên cîran de jî Serok Barzanî got: Em heta niha bo ti welat anjî cîranekî nebûne metirsî û jinha û pêde jî nabin metirsî û dixwazin li gel cîranên xwe xwedan têkiliyên baş bin.
Derbarê tetbîqata leşkerî ya Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî got: Ew di nava axa xwe de çî dikin ba bikin azadin lê me di nava axa xwe de tiştek nedîtiye.
Erdelan gora
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin