Leyla Zana bo NY: Rêz ji biryara gelê Kurdistanê bigire

Leyla Zana daxwaz ji NY dike rêz ji biryara gelê Kurdistanê bigire
کوردستان TV
100%

 

Siyasetmedara Kurd nameyek bo NY şand û daxwaz dike rêz ji îradeya gelê Kurdistanê bigre.

Siyasetmedara Kurd xatû Leyla Zana nameyek derbarê referanduma serxwebûnê de ji bo NY şandiye û têde eşkere kiriye ku mafê diyar kirina çarenivîsê mafeke reva ya tevahiya gelane û gelê Kurdistanê jî xwedan mafa hane û lazime jêr rêz were girtin.

Zana di beşeke din ji nameya xwe de eşkere kiriye ku gelê Kurdistanê biryar daye bo diyar kirina çarenivîsa xwe referandumê bike û lidar xistina referandumê jî biryareke destûrî û demokratîke.

Zana herwiha diyar kiriye ku gelê Kurdistanê biryar daye daku bi awayekî serdemiyane û demokratîk biryar li ser çarenivîsa xwe bide û lazime NY jî rêz ji vê biryara han bigre ku bi rêbaz û şêwazên demokratîk û serdemiyane hatiye stendin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.