Ahenga Referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê

Dîplomatekî Fransî dibêje Kurdistana serbixwe nêze
کوردستان TV
100%

 

Balyozê Fransî yê Hewlêrê yê berê Frederic Tissot, li ser xiroş û kelecana Kurdan a referandûmê da xuyakirin, ‘Kurdistana serbixwe nêzîk e.’

Dîplomatê Fransî Tissot, li Parîsê xwepêşandana referandûma serxwebûnê bi bîr xist û got, "Gelê Kurd ji hêla aborî û sîyasî ve xwedî wê hêzê ye ku dewletê ava bike. Dikarin dewleta xwe birêve bibin. Lewma jî ti kesek nerazî be jî dê Kurd bi serê xwe biryara serxwebûna xwe bidin."

Tissot xiroş û kelecena Kurdan bi bîr xist û ji televizyona Rûdawê ya Herêma Kurdistanê re wiha axivî: "Lewra dê Kurd çend roj şûnde serxwebûnê bi dest bixin. Gava yekemîn referandûm e, piştre jî serxwebûn… Divê gelê Kurd baldar be, gelekî bixebite û yek bimîne. Lewra hûn dizanin, dê piştî referandûmê dost û neyarên we hewil bidin yekîtiya we têk bidin. Ji ber vê jî pêwîst e Kurd yekîtiya xwe biparêzin."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.