PYD, li Dêrezorê ciyê hilberîna xazê xist destê xwe

HSDê li Dêra Zorê serkeftinên mezin bidest xist
کوردستان TV
100%

 

Rêxistina PYD, li Sûriyê seha petrol û xazê ya herî dewlemend xiste destê xwe. Seha xaz û petrolê di navbera Dêrezorê û Hasekiyê de ye.

Seha navborî 2 roj berê ji aliyê hêzên koalîsyonê de bi balafirên şer hatin bombekirin û paşî ji bejayiyê ve do piştî nîvro ket destê PYD ê. Ciyên ku DIŞIê jê vedikşe, PYD dixe destê xwe û niha sehayên petrolê yên ku li rojhilatê Firatê ne, PYD plan dike ku wan jî bidest bixe.

Herêma ku DIŞIê jê vekişiyaye û nêzî sînorê Iraqê ye,11 çavkaniyên girîng yên petrolê tê de hene. Çemê Firatê bajarê Dêrezorê dike du beş. Di nav de derbas dibe û sehayên petrolê yên bi navê El Omer, Tanak, Vard, Afra, Kewarî, Cafra, Carnûf, Azrak, Kahar, Şueytat û Xalban di herêma rojhilatê Dêrezorê ne. Van sehayan pêdiviya petrola Sûriyê ji %33 jê tê bidestxistin.

Ev sê sale DIŞI bi pereyên van sehayan îdara xwe dikir. Lê niha rejîm û Rûsya li rexekê ji xwe re dixwaze û hêzên koalîsyonê Amerîka û PYD jî ji xwe re dixwaze.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.