Şêniyên Almanyayê çûn ser sendoqan

şêniyên Almanî dengên xwe dan partiyên dilxwazên xwe
کوردستان TV
100%

 

Li Almanya îro hilbijartinên giştî ye û dengdanê dest pê kir.

Hilbijartin katjimêr 8.00 dest pê kir û xelkên Alman dest bi çûna ser sindoqan kirin. Ji bo hilbijartina Meclîsa Federal wê 61 milyon û 500 hezar kes biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Pêşbirk û berberîya serokwezîrtîyê di navbera partîya CDU û SPD de germ bûye. Lê li dor anket û lêkolînên herî dawîn, partîya CDU li pêş e û dixuye ku wê Serokwezîra Alman cara 4em bibe serokwezîr.

Tevî partîyên sereke yên wek CDU, SPD, Die Grunen û Die Linke re 42 partîyên siyasî beşdarî hilbijartinên dibin. Lê herî zêde rewşa partîya rastgir û nîjadperest Ji bo Almanya Alternatîf (AFD) tê meraq kirin. AFD di demên dawîn de xurt bûye û hetta tê texmînkirin ku belkkî bibe partîya sêyemîn jî.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.