Mesrûr Barzanî: Referandum dibe faktereke aramiyê

Mesrûr Barzanî: Dem baştirîn deme
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel Nedîm Zehavî civiya.

Îro şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parlementerê Kurd yê li Parlementoya Berîtanyayê Nedîm Zehavî kir.

Di civînê de her du alî nêrîn û ramanên xwe derbarê pêşhatên dawî yên siyasî, leşkerî û referanduma serxwebûna Kurdistanê yaku biryare di roja 25ê Îlonê de were lidarxistin diyarkirin.

Di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku biryara gelê Kurdistanê bo lidar xistina referanduma serxwebûnê tenê cîhbicîh kirina mafeke demokratîk ya gelê Kurdistanê ye.

Derbarê dema lidar xistina referandumê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku dema li dar xistina referendumê ti bandoreke nerênî li ser rewşa deverê nabe beruvajî dibe faktera aramiyê li derverê de.

Mesrûr Barzanî herwiha tekez li ser girîngiya diyalogê kir û got: Piştî referandumê vê emê li gel Bexdayê diyalogên xwe li gel Bexdayê bo lihev kirin li ser kêşeyên hevbeş û danîna mekanîzma du cîranên baş bo hevûdu vê bidomin.

Li hember de jî Nedîm Zehavî tekez li ser ravatiya daxwazên gelê Kurdistanê kir û got: Peyama min ya bo tevahiya gelê Kurdistanê ewe ku lazime yekgirtî be jiber ku rêya yekane ya serkeftina Kurdistanê di yekîtî de ye.

Erdelan goran

 

 

 

                                                                                                                       

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.