Mesrûr Barzanî û Bruno Ubert behsa rewşa deverê kir

Mesrûr Barzanî: Piştî referandumê emê diyalogê bidomînin
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel balyozê Franseyê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Bruno Ubert û şandeke pê re kir û anî ziman ku di warê dema li dar xistina referandumê de, dem gelek goncave û ti bandoreke nerênî li pey nabe.

Di civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û balyozê Franseyê Bruno Ubert behsa pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî yên li deverê û herwiha têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Franseyê û prosesa referanduma serxwebûna Kurdistanê kirin.

Bruno Ubert rola Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DIŞIê û herwiha hewandina penaber û koçberan bi roleke girîng wesif kir û ragihand ku hikûmet û gelê Franseyê rêz ji qurbanî û xwestekên gelê Kurdistanê digre û ti carî Franse li dijî pêngavên demokratîk naweste lê tenê têbînî li ser dema lidar xistina referandumê li cem Fransiyan heye.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Franseyê kirk u di demên dijwar de piştîwanê gelê Kurdistanê bûye û behsa sedemên lidar xistina referanduma serxwebûnê kir û got: Gelê Kurdistanê tevahiya şêwaz û rêbazan li gel Bexdayê cerbandiye lê serkeftî nebûye lewre niha gelê Kurdistanê dixwaze bi awayeke demokratîk û serdemiyane bigehêje mafên xwe yên xwezayî yên ku ne li dijî peymanên navnetewî ne.

Mesrûr Barzanî derbarê dema lidar xistina referandumê de jî got: Dema lidr xistina referandumê baştirîn deme û di vê derbarê de jî ji tevahiya aliyan re diliniyayî hatiye dayîn.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku gelê Kurdistanê berdewame li ser lidarxistina referandumê li ti carî deriyên diyalogê danaxe û piştî referandumê jî li gel Bexdayê li ser pirsên hevbeş giftûgo tê kirin.

Barzanî herwiha hêviya vê yekê jî xwest ku Franse weke dosteke dîrokî yê gelê Kurdistanê hêza xwe ya dîplomatîkî bo piştgîrî kirina daxwazên gelê Kurdistanê bikar bîne.

Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser domandin û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de her warî de kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.