Serok Barzanî: Ez xwe şermezarê gelê xwe nakim

Serok Barzanî dibêje emê azadî û serxwebûnê hilbijirên
کوردستان TV
100%

 

Serokê Kurdistanê li Hewlêrê peyamên girîng da cîhanê.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî di mezintirîn ahenga girseyî ya bo piştgîrî kirin ji referanduma serxwebûna Kurdistanê kir.

Di ahenga han de yaku bi sedan hezar kes têde amade bûn, Serokê Kurdistanê peyameke gelek girîng pêşkêş kir û daxwaz ji Kurdistaniyan kir daku di roja 25ê Îlonê de bi dengê êrê beşdariya referandumê bikin.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku em weke gelê Kurdistanê êdî nikarin ti carî vegerin ser ezmûnên şikestxwarî û têkçûyî yên li gel Bexdayê, jiber ku li Bexdayê tiştek bi navê destûr, hevparî, azadî, demokrasî tuneye, raste hikûmet li Bexdayê tên guhertin lê ya rast ewe ku tenê kes tên guhertin û eqiliyeta faşîst nayê guhertin û ew eqiliyeta ku 12 hezar ciwanên Kurd yên Feylî, 8 hezar Barzanî, 120 hezar welatiyên Kurd û 5 hezar Kurd li Helebce şehîd kir, piştî 2003an jî di dema ku me dixwest Îraqeke nû ava bikin, li dijî Kurd lêv û tevgerên xwe zêdetir kir û nan û bûdce û mûçeya xelkê Kurdistanê qut kir ku ew jî enfaleke dine ku bi ser gelê Kurdistanê de hatiye sepandin.

Serok Barzanî diyar kir ku em êdî nikarên li gel vê eqiliyeta han têkiliyên xwe bidomînin û lazime gelê Kurdistanê bo xwe biryar li ser çarenivîs û pêşeroja xwe bide û qebûl nake ku ti keseke din jî biryar li ser çarenivîsa vî bide.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa wan komkujiyan kir ku ji aliyê rejîmên Îraqê ve bi ser gelê Kurdistanê de hatiye sepandin û anî ziman ku gelek gundên Kurdistaniyan şewtandin, gelek welatiyên Kurdistanê wenda kirin û gelek welatiyên Kurdistanê şehîd kirin lê em di sala 2003an de çûn Bexdayê û me ji wan re got: Em birayên wene lê ew biratî jî qebûl nekirin jiber vê çendê jî em ne neçarin ku paşkoyiya Bexdayê qebûl bikin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Soz bi xwe û xwedayê xwe didim ku ez ne ew kesên ku xwe şermezarê gelê xwe bikin, gelek zext li ser me hene bo paş xistina referandumê û dibêjin referandumê paş bixin û pişt re li gel Bexdayê giftûgoyê bikin, başe giftûgo bo çî? Deriyên me bo diyalog û giftûgoyê bi ti awayî nehatine daxistin lêbelê piştî 25ê Îlonê emê li gel Bexdayê li ser sînor, petrol, av û çend babetên di bidomînin lê piştî referanduma serxwbûn.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku dixwazin ku em referandumê paş bixin lê ti alternatîfeke wan tuneye û ji me re jî nabijên ka kengî dema referandum û serxwebûna Kurdistanê ye? Ew daxwaz dikin referandumê paş bixin û pişt re tiştek bo me nekin û eqiliyeta Bexdayê dest bi komkujiya gelê Kurdistanê bike. Na Em bi ti awayî referandumê paş naxin jiber ku referandum ji destê takekesan anjî part û aliyên siyasî derketiye û bûye malê gelê Kurdistanê.

Serok Barzanî herwiha behsa bîranîneke xwe ya li gel Serokê berê ya Amerîkayê jî kir û got: Beriya çend salekî li ser sînorê Urdinê li gel Jorge Bush civiyan û di civînê de Bush ji me re got: Em û gelê Kurdistanê weke hevin, gelê azad û jêhatîne û petrola me jî heye lê gelê me li mekxika xwe li gel Washington bihêztir dibîne û hun jî xwe li gel Bexdayê bihêz dibînin, lê min jê re got: Bi xwedê tiştên ku Bexda bi serê gelê Kurdistanê aniye eger Washington biser Mekxika anîba vê demê bi ti awayî tu serdana Washingtonê nedikir.

Serok Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê jî kir ku raste metirsiyên serxwebûnê jî hene lêbelê em amadene ku bo serxwebûnê her cure qurbaniyek bidin û her cure êşek qebul bikin jiber ku êşên serxwebûnê gelek baştirin ji êşên bindestî.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa şerê dijî DIŞIê, hevkariyên hvpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge kir û got: Bi xwedê ti artêşek nedikarî bi wan çekên ku di destê hêzên pêşmerge de bûn şerê DIŞIê bike û efsaneya DIŞIê bişkîne, lê hêzên pêşmerge karîne efsaneya hovtirîn tevgera terorîstî ya cîhanê têk bir. Jiber hevkariyên ku ji aliyê hevpeymanan ve bo hêzên pêşmerge hatine pêşkêşkirin em spasiya hevpeymanan dikin û spasiya hêzên pêşmerge jî dikim ku qurbaniyên gelek mezin dan û rola hêzên pêşmerge û qurbanîdana gelê Kurdistanê gelek mezine û ji her tişteke din binirxtire.

Serok Barzanî diyar kir ku baca bidestî bêîradeyiye lê baca serxwebûnê azadî û bi îradebûne lewre emê di roja 25ê Îlonê de hilbijirin ka em jiyana bindestî dixwazin anjî jiyana azad û biîrade.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de got: Niha hin alî û derdor derketine û gefa vê yekê dikin ku vê me ceza bikin ez ji wan re dibêjim we gelek me ceza kir ma ne bese?

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.