Mesrûr Barzanî: Tişta me ji bo cîhanê kiriye, pir zêdetire ji vê ku cîhanê ji bo me kiriye

Mesrûr Barzanî peyameke gelek girîng da cîhanê
کوردستان TV
100%

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ev 100 sal in li hember gelê kurd ne dadperwerî tê kirin, kurd rastê komkujî û karesatan dibin lê êdî dibêjin bes e û kurd jî dixwazin mîna hemû neteweyên din danûstandin li gel wan bê kirin.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ji malpera BuzzFeed News y a Amerîkî re got: Tişta ku me ji bo cîhanê kiriye, pir zêdetire ya cîhanê ji bo me kiriye. Em li hêviyê ne, ku ev rastî were dîtin.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku kurdan di şerê DIŞIê de bereveniyeke bi hêz kirine û got: Raste me berevaniya xwe kir lê eger hêza kurdan jî neba, DIŞI li Kurdistanê jî nedihate sekinandin.

Barzanî tekez kir, ku kurdan ji cîhanê re selmandine ku ew hêjayê danûstandinên dadperwer in û diyar kir: “Me ji cîhanê re selamandiye, ku em hêjayê wê yekê ne weke her neteweyekî din li gel me danûstandin were kirin.”

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê behsa karesat û komkujiyên ser gelê kurd de hatine kir û got: “Êdî bes e!”

Di beşekê din ê hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî ev pirs kir: Ma çi dikare rojava razî bike ku em hêjayê jiyaneke baş in? Qurbanî û berdêl dan? Me gelek berdêl û qurbanî dan. Dilsozî? Em dilsoz in. Dostanî? Em dostê herî bawerpêkirî yê rojava ne. li hember vê yekê me çi divê? Tişta me divê wekhewî ye û em jî dixwazin weke we bin.

Mesrûr Barzanî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got: Kes nikar înkar bike, ku pirsgirêkên cidî di navbera me û Bexdayê de hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî yan divê hêz were bikaranîn an jî riyeke aştiyane. Me riya duyemîn hilbijartiye.

Şêwirmendê Endûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tekez kir, ku gelê kurd şer naxwaze û alîgirê aştiyê ye lê ev jî nayê wê wateyê, ku werin piştguhxistin û bibin dûvikê ti aliyan.

Mesrûr Barzanî got: Êdî ti şerekî din nakin. Em ji mirinê, ji bazdanê, ji têkçûnê û ji jiyana bi vî awayî bêzar bûn. Me aştî divê lê aştî nayê wateya destbadanê û bindestiyê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.