Hewlêrê dek û dolabên dagîrker û neyaran tev da

Li Hewlêrê erd û asman hatin hejandin
کوردستان TV
100%

 

Li paytexta Başûre Kurdistanê Hewlêrê, li welatê Fransa û Fînlandiyayê bi beşdarbûna bi hezaran kesan ahengên ji bo piştgiriya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê tên sazkirin. Herwiha îro li navçeya Rewandûzê jî dê ahengeke mezin birêve biçe.

Hewlêrê xewna dagîrkeran gelek pîs revand

Ahenga herî mezin a piştgiriya referandûma Başûrê Kurdistanê, îro (22,09,2017) li Yarîgeha Fransûwa Herîrî ya Hewlêrê birêve diçe.

Beriya destpêkirina ahengê, bi deh hezaran kesan qada yarîgehê û trûbûn tejî kirin û bi alên Kurdistanê her der xemilandin.

Rewanduz bi coş beşdar dibe

Li Şingilbana bajarokê Rewanduzê yê navçeya Soranê jî îro danê êvarê dê ahengek were sazkirin. Ji bo ahengê hemû amadekarî hatine kirin.

Parîs jî ji serxwebûnê re got erê

Biryare li Qada Komarî ya Parîsa paytextê Fransa ji bo piştevaniya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ahengek birêve biçe. Ji bo ahengê hemû amadekarî hatine kirin. Li çendîn bajarên Fransayê bi sedan kurd beşdarê vê ahengê dibin.

Nûnerê herêma Kurdistanê li Fransayê beriya ahengê got, ku ew dixwazin kurd dewleteke komariya weke Fransa ava bikin , hikûmet û xelkê Fransa rêzê ji mafên gel Kurd re digire û ew dibêjin giştpirsî mafê Kurda ye.

Li Helsînkî jî Qelha dagîrkeran hejiya

Hevdem li gel ahengên Başûrê Kurdistanê û Fransayê, li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî, ji bo piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê aheng tê sazkirin.

 Bi tevê rewenda kurd, hejmareke siyasetvan û parlamenterên vî welatî jî ji bo piştgiriyê bidin giştpirsiyê dê tevlî ahengê dibin. Ahenga li Helsînkiyê li qada nêzîkî parlamentoya vî welatî birêve diçe.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.